Li Amedê cezayê girtîgehê, li Wanê destgîrkirin

Li rêveberê HDP'ê yê Amedê Mûrat Ondeş 6 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Li Wanê jî rêveberê DBP'ê Sûlhattîn Kenco hate destgîrkirin.

Rêveberê HDP'ê yê Rêxistina Bajarê Amedê Mûrat Ondeş ji ber ku tevlî çalakiyên partiya xwe yên Kanûna 2017 û Gulana 2019'an bûbû, ketibû ber dozê. Rûniştina dozê ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" lê hate vekirin li 11'êmîn Girtîgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Ondeş ji ber ku di karantînaya vîrûsa koronayê de bû, tevlî rûniştina dozê nebû. Parêzer Şîlan Çelîk tevlî bû.

Heyeta dadgehê b îdîaya "endametiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Mûrat Ondeş birî.

WAN

Rêveberê DBP'ê yê Wanê Sûlhattîn Kenco jî li navçeya Rêya Amûşê bi lêdanê hate destgîrkirin. Kenco birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Wanê.