Li Amedê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê

Endamên DÎK'ê ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê xwestin balê bikişînin ser greva birçîbûnê, lê belê daxuyaniya wan a li Amedê hate astengkirin. Li ser vê yekê bi du koman dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sê meh li pey xwe hişt.

Ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê, li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê her hefte daxuyanî tê dayin. Çalakiya vê hefteyê bi pêşengiya Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) pêk tê. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) piştî dan çalakiyê. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn jî tevlî çalakiyê bû.

ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ

Beriya ku daxuyanî bê dayin, polîsên Tirk bi gelek wesayitên zirxî û TOMA'yan dor li Parka Koşûyolû girtin. Kesên ku ji bo daxuyaniyê hatin parkê jî di nava dorpêçiya polîsan de man. Ji ber ku polîsan destûr nedan daxuyanî bê dayin, girseya gel bi du koman li qadê dest bi çalakiya rûniştinê ya nîv saetê kirin.

Piştî çalakiyê girseya gel ji qadê belav bû.