Li Amedê çalakiya nobedê di roja 28’an de ye

Li Amedê nobeda demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê di roja 28’an de didome.

Nobeda Demokrasiyê ya HDP’ê ku li dijî tayînkirina qeyûman li Kolana Lîseyê ya Amedê da bû dest pê kirin, di roja 28’emîn de berdewam kir. Nobet îro jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Parlamenterên HDP’ê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan bi dirûşm, lêxistina  çepikan û gotina stranan bertekên xwe anîn ziman. Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeya xwe hat dûrxistin jî hat cihê çalakiyê û welatiyan bi berzkirin dirûşman ew pêşwazî kirin.

Nûnerên Komeleyên Elewiyan Komeleyên Çand û Pîr Sultan Abdal a Şaxa Amedê Komeleyên Şoreşger ên Elewiyan a Şaxa Eyûp a navçeya Stenbolê, Îttîfakên Kurdistanî û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê  beşdarî çalakiyê bûn.

Komeke HDP’iyan li Parka Koşûyolû a Rezanê kom bûn û xwestin heta Cadeya Lîseyê a ku Nobeta Demokrasiyê lê tê kirin bimeşin. Lê polîsan bi dorpêç kirineke zêde nehiştin bimeşin. Piştî muzakereyan girse heta Cadeyê Lîseyê bêdeng meşiya.

Di çalakiya rûniştinê de destpêkê Serokê Komeleyên Çand û Pîr Sultan Abdal a Şaxa Amedê Cafer Kolûman bibîrxist ku careke din wek rêxistinên elewiyan xespkirina vîna gel şermezar dikin û wiha got: “Ev ne darbeya ku li gelê kurd tenê hatiye kirin. Ev darbe di heman demê de li mazluman, li elewiyan hemû gelên muhalîf ên ku di Tirkiyê de dijîn hatiye kirin.”

Piştre Hevseroka Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan a Şaxa Eyûp a Stenbolê Nergîz Guzel dest nîşan kir ku hişmendiya qeyûm hişmendiya yezîd e û diyar kir ku xespkirina vîna gel qebûl nakin. Du re Azîz Guler ji ber meha muharrem dua xwen. Pişt re li çalakvanan aşûre hat belav kirin.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan diyar kir ku 28 roj e li hember hişmendiya qeyûm li berxwe didin wiha axivî: “Sekneke bê hempa heye xwedî derketineke dostane heye. Berxwedana li derdora HDP’ê hatiye avakirin desthilatdaran ditirsîne. Ev berxwedan her çiqa diçe mezin dibe.” Ceylan anî ziman u hewildanên li hemberî partiya wan wê bibe sedemê dawiya desthilatdaran û wiha axivî: “Ji bo aşitiyek birûmet û mayînde ku diyarî gelên Tirkiyê û Kurdistanê bikin di nava hewldanê dane. Em ê ısrar bikin di aşitiyê de. Îftîra û derewên wan dê têk biçin.”

Piştre li ser navê Îttîfaka Kurd Abdulhey Okumuş axivî û got ku: “Desthilatdariyên ku bi darê zorê rêveberiya civakê dikin nemeşiyane û nikarin bimeşin jî. Dema em li dîroka cîhanê dinerin ne ne Mûsolînî ne Franco nekariye heta dawiyê dîktatorya xwe bimeşînin. Di civaka me de jî ne Kenan Evren ne Seddam Huseyîn ne jî zalim zordarên weke wan nikarin zilm û zordariya xwe bidomînin. Ev berxwedana bi rûmet ê biserbikeve em weke gelê kurd van qeyûman nasnakin û em ê bişînin.”

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Emîn Salman jî dazanîn ku weke meclîsên ciwanan dibêjin ku hûn nikarin civakê bikin yek û wiha axivî: “Rojhilata Navîn erdnîgariyeke ku cihê çand û baweriyên cuda ye. Ji bo me jiyan divê bi wate be. Em bang li hikumeta AKP-MHP’ê dikin wek ciwanên Kurdistanî û Tirkiyê li hemberî polîtîkayên qeyûm em ê berxwe bidin. Hemû ciwanan vedixwînin berxwedanê.”

Herî dawî Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl dest nîşan kir ku vîna xwe ji gelê xwe girtiye û wiha got: “Gelê me yê ku vîna xwe emanetî me kir encax ew vê vînê ji me bigre. Em serî li ber vê yekê nadanin. Em bi israr aşitiyê dixwazin û diparêzin. Helbesta herî xweş aşitiye.” Togrûl bal kişand ser çalakiya runiştinê ya li derê avahiya HDP’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro ji bo berjewendiyên xwe hestên dayikan îstîsmar dikin. Em bang li dayikan dikin. Em naxwazin li ser vê axê xwîna kesekê birije. HDP pekhateyên xwe û Gelê Kurd ji vê re amadeye. Îro ji bo ku hemû zarokên me bizivirin mala xwe yekane çare aşitiye. Yên ku vê naxwazin ewin yên hestên dayikan îstîsmar dikin.

Togrûl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jî dibêjin werin em bi hevre komisyonekê li meclîsê ava bikin. Ji bo ku em li ser aşitiyê bi axivin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Em xebata vê bikin. Lê dibêjin ku em nahêlin HDP were meclîsê ji bo ku meşrû bike. HDP meşrû ye. Ya ku meşrû dike jî 6 milyon hilbijêrên wê ne. Tirk in. Yên ku meşrutiyeta xwe winda kirine hûn in. Bi pevçûn, şer, xwîn û hesiran hûn desthilatdariya xwe dimeşînin. Vê yekê herkes dizane. Hûn bi medya xwe ya herî çi bikin bikin. Gelên Tirkiyê û dostên me dizanin ku HDP yekane riya aşitiyê ye. Bila herkes vê wisa bizane.”

Girse piştî 10 deqîqe çalakiya rûniştinê belav bû.