Li Amedê bomberdûman û operasyon

Artêşa Tirk a bajahiya navçeyên Hezro û Faqîn bomberdûman kirin, li herêmê dest bi operasyonê kirin.

Li navbera gundên Berbûş a girêdayî navçeya Hezro û Fişat û Başat ên girêdayî navçeya Farqîn a Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin.

Bejahiya gund û devera daristan ji aliyê balafiran ve hatin bomberdûmankirin, qereqolên derdor jî bi hewanan dever bombe kirin. Hat ragihandin ji ber bomberdûmanê li devera daristanê şewat derketiye.

LI PASÛRÊ SEWQIYATA LEŞKERÎ

Li aliyê din ji bo bejahiyên di navbera gundên Dalit, Koçera û Hancana yên girêdayî navçeya Pasûr a Amedê jî di saetên şevê de leşker hatine sewqkirin.