Li Amedê, bîranîna 14’ê Tîrmehê: Em xwedî li berxwedanê derdikevin

Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên li Girtîgeha Amedê canê xwe dan ber mirinê li Amedê hatin bîranîn.

Komeleya 78'an û rêveberên HDP û DBP'ê, bi minasebeta 35'emîn salvegera berxwedana Hêjmar 5 a Zindana Amedê ya di 14'ê Tîrmeha 1882'an de bernameya bîranînê pêk anîn. Rêveberên HDP, DBP û gelek welatî çûn gora Alî Çiçek a li Yenîkoyê ziyaret kirin. Rêberên saziyan piştre çûn li ber Girtîgeha Amedê qurnefil danîn û daxuyanî danîn.

Li ser navê rêveberên DBP'ê Rıfat Ronî daxuyanî da. Ronî diyar kir ku wan bi berxwedana xwe rê vekir û soz didin ku li berxwedana wan xwedî derkevin. Komê piştî daxuyanî dan derbasî salona konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya DBP'ê ya Amedê bûn. Li salonê pankartên “Em ji bo biranîna Şehîdê Rojiya Mirinê yae 14'ê Tîrmehê hemû şehîdê şoreşê bibîr tînin", “Mazlum çixat pêxist Çaran bedena xwe pexist, 14'ê Tîrmehê gihişt lûtkeyê" vekirin.

Li salonê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Parlamenterên HDP'ê yê Amedê Ziya Pir, Feleknas Uca, Sibel Yigitalp, rêveberên DBP, HDP'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn. li salonê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin.

PÎR: NEKARÎN WAN BITIRSÎNIN

Di bernameyê de Parlamenterê HDP'ê Ziya Pir, bal kişand ser gotina Erdogan a "Xwezî zimanê Girtîgeha Amedê hebûya û bi axiviya" û wiha got: "Erdogan niha bi helwesta faşist, nijadperet û welat ber bi rojên tarî ve dibe. Ji bo mirov zindana Amedê fam bike divê wîjdanê wan hebe. Tirkiye bi rastiya xwe re rûqalî hev nebû. Berpirsiyarê wê rojê nehatin cezakirin. Di serdema AKP'ê de li girtîgehan pêkanînên ji seddema 12'ê îlonê wêdetir pêk hatin. ÎRo dîsa li girtîgehan îşkence di asta herîe jor de ye. di serî de li Girtîgeha Şakranê ya Alîgaa îşkene di asta herîe jor deye.

AKEL: LI DIJÎ MIRINÊ RABÛN

Herî dawî endama Dîwana KCD'ê Gulistan Akel jî kesên di berxwedana 14'ê Tîrmehê de bibîr anî û wiha got: "35 sal berê li zindana Amedê 2 ruh hebûn. Ruhek dixwest gelê kurd tune bike. Ruhê din jî dixwest li dijî vî ruhê tunekirinê di ber xwe bide. Ruhê berxwedêr hebû. Li dijî polîtîkayê înkara dewletê di ber xwe dan."

Bernabe bi bîranînan û sînevisyona 14'e Tîrmehê bi dawî bû.