Li Amedê bi giştî 23 kes hatin girtin

Ji 45 kesên di çarçoveya lêpirsîna Amedê de hatibûn destgîrkirin Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek û 22 kes bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. 22 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de dabû destpêkirin 45 kes hatibûn destgîrkirin. Ji kesên hatin destgîrkirin 16 kes jê duh sewqî edliyeyê hatibûn kirin û 8 kes jî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Îro jî Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, ji Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê Makbûle Ozbek û rojnamevan Ayşe Kara jî di nav de 29 kesên din jî sewqî edliyeyê hatibûn kirin.

Ji kesên sewqî edliyeyê hatibûn kirin û dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgeriyê kiribûn Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek, Mehmet Gungormuş, Fesîh Balbey, Mehmet Cahît Ay, Emrûllah Zumrut, Adil Ercan, Mûstafa Alimterîn, Tevfîk Kaçar, Yildiz Damla, Enver Çelîk, Erdal Bayram, Fedaî Akar, Jiyan Taş, Leyla Bagirtir û Mehmet Cahît Şik hatin girtin.

Dadgeriya Cezayê Sulhê, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, rojnamevan Ayşe Kara, Mehmet Devîren, rêvebirê Şaxa SES a Amedê Mahfûz Karaaslan, Gonul Ogûr, Îbrahîm Halîl Taş, Mehmet Saglam, Seher Ozgen Aytek, Selva Akkoyûn, Suphî Îzol, Azad Can, Enver Temîz, Ferhat Erkûş û Gûrbet Çakar bi şertê kontrolkirina edlî û qedexeya derketina derve berda

Di çarçoveya lêpirsîna der barê KCD'ê de tevî 8 kesên duh hatibûn girtinn heya niha 23 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatine girtin. Her wiha tevî 8 kesên duh hatibûn berdan hejmara kesên hatin berdan jî bû 22.