Li Amedê 5 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li navçeya Licê ya Amedê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiya gerîla û êrîşên artêşa Tirk ev agahî da:

"Roja 25'ê Nîsanê êvarê saet 19'an li ser rêya Amed-Çewlikê hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker xistin. Çalakî li nêzî gundê Kilêberê ya navçeya Licê bi rengê sabotajê hate kirin û di encamê de xisareke mezin li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra bû. Di çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. Hêzên dijmin piştî çalakiyê bi piştgiriya balafirên keşfê hatin cihê çalakiyê û bi ambûlansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar birin Licê. Di vê çalakiya serketî de ti zerar li hêzên me nebû.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê, 30'ê Nîsanê (doh) saet 10:30'î Tepê Heqarî yê Metîna, doh êvarê saet 20:30'î qada Çiravê ya Garê hatin bombekirin. Bomberdûmanê zerar negihand hêzên me."