Li Amedê 5 kes hatin girtin

Ji 13 kesên di operasyonên qirkirin siyasî yên li dijî MEBYA-DER’ê hatî lidarxistin de destgîr kirîn, 5 kes hatin girtin û 8 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Di operasyona qirkirina siyasî ya navbera rojên 27’ê Sibat û 3’ê Adarê çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê tê birêve birin de, 29 kes ji Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA DER) hatibûn desgîrkirin.

Hevserokên MEBYA-DER’ê Yuksel Almaz û Şeyhmûs Karadag, Mûrat Uzgun, Emîne Aksoy, Ayşe Çelîkbîlek, Mehmet Nûr Savaş, Mûstefa Karahan, Saît Borta, Ayşe Tûtmaz, Hulya Varan, Mehmet Yildiz, Fehîm Azak, Mûstefa Uygûner û Taylan Aslan ên hatîn destgîrkirin, piştî karûbarên wan ên li emniyetê sewqî edliyeyê kirin.

Dozgeriyê bi sûcbariya “endambûna rêxistinê” biryara girtina Şeyhmûs Karadag, Yuksel Almas, Mûstefa Karahan, Mûstefa Ûygûr û Fehîm Azak dan û bi şertê kontrola edlî biryara berdana Ayşe Çelîkbîlek, Hulya Varan, Ayşe Tûtmaz, Mûrat Ozgun, Mehmet Yildiz, Taylan Aslan, Saît Borta û Mehmet Nûr Savaş dan.