Li Amedê 5 kes hatin destgîrkirin
Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr jî di nav de 5 kes hatin destgîrkirin.
Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr jî di nav de 5 kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk vê sibehê li Amedê avêtin ser gelek navnîşanan. Di serdegirtinan de Hevşaredarê Sûrê yê ku wezîfeya wî hate desteserkirin Cemal Ozdemîr, kedkara tenduristiyê ya bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin Sevgul Tekîn, Osman Balta, Cevat Înan û Hayrettîn Karayilan hatin destgîrkirin.
Kesên ku hinceta destgîrkirina wan nehate hînbûn birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.