Li Amedê 4 kes ji ber koronavîrusê mirin
Li Amed û Farqînê ji ber koronavîrusê 4 kes mirin.
Li Amed û Farqînê ji ber koronavîrusê 4 kes mirin.
Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê du kesên ku testa wan Covîd-19’ê pozîtîf derketibû, mirin. Ev her du kes li beşa lênihêrîna kûr tedawiya wan dihate kirin û vê êvarê mirine. Li Amedê heta niha 4 kes ji ber koronavîrusê mirine.
Li Farqînê jî 2 kes ji ber koronavîrusê mirin. Hate diyarkirin ku yek ji van 85 salî ye û kurê wî yê ji Iraqê hatiye, ew jî bi koronavîrusê ketiye. Jina 65 salî ya ku ew jî ji ber koronavîrusê miriye jî endamên malbata wê xistine karantînayê.