Li Amedê 3 kes hatin girtin

Li Amedê Faris Turk û 2 kesên ku hatin destgîrkirin û bi kuçikan êrîşî ferdên malbatê kirin bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de, 20’ê Cotmehê di avêtina ser malan de Faris Turk, Meltem Çagir û 6 kesên navên wan nehatin zanîn, hatibûn destgîrkirin.

Faris Turk ê li semta Diclekentê ya navçeya Peyîzava hate destgîrkirin, polîsên avêtin ser malê bi kûçikan êrîşî ferdên malbatê kiribûn.

Hate destnîşankirin ku 8 kesên ku navê wan li ser belgeyek ku qaşo ji ser kesekê hatiye girtin, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin destgîrkirin.

Ji 8 kesên ku piştî karûbarên wan ên li emniyetê û şûnde Turk û 2 kesên navê wan nehate zanîn bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin, Meltem Çagir jî di nav de 5 kesên din, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.