Li Amed û Colemêrgê çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên çalakiyên li Amed û Colemêrgê ragihand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li dijî helîkopterekê çalakiya sabotajê li dar xistine.

Di malpera HPG’ê de têkildarî çalakiyên 5’ê Tebaxê ev agahî hatin parvekirin:

LI GEVER Û ÇELÊ ÇALAKÎ

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Gever û Çelê ya bi ser Colemêrgê li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê hin çalakî li dar xistine.

Hêzên me di 5’ê Tebaxê de saet di 12.00’an de li dijî kozikên dijmin ên li Girê Bayê ya Geverê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê daye.

Di 5’ê Tebaxê de saet di 12.15’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Bager ê nêzî Girê Koordîneyê yê Çelê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê daye.

LI ŞEMZÎNANÊ LI DIJÎ HELÎKOPTERÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Di 5’ê Tebaxê de saet di 20.30’an de artêşa Tirk a dagirker li qadên Serero û Şapatan a Şemzînanê operasyonek li dar xistiye. Hêzên me di heman rojê de saet di 20.30’an de li Girê Bermêşa li dijî helîkoptera skorksy a ku tê de koordîneya operasyonê jî hebû, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Operasyona li qadê hê jî didome.

LI AMEDÊ ÇALAKÎ: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur hêzên me li dijî leşkerên qereqola Milika ya Pasûrê ya bi ser Amedê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

LI ŞIRNEXÊ BOMBERDÛMAN

Artêşa Tirk a dagirker 3 roj in bi obus û hawanan li qadên Rîsor, Serikê Mihemedê Ûso, Noxta Çala, Şehîd Diyana û Sirtê Givara dixe. Şewata ji ber bomberdûmanê hê jî didome.