Li Amed û Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin

Li Amed û Şirnexê, di operasyonên qirkirina siyasî de 4 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Baglar a Amedê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser hin malên li taxên Şêx Şamîl û Selahattîn Eyyûbî. Li taxa Şêx Şamîlê, Perwerdekara Mala Piştgiriya Perwerdeyê (EDEV) û wênesaz Mûazzez Fîlîz hate binçavirin û ew birin Midûriyet Emniyetê ya Bajêr. Li taxa Selahattîn Eyyûbî jî, endamê DBP'ê Rifat Aslan (37) ku bi mêvandarî li malekê bû hate binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Aslan 10 salan di girtîgehê de mabû û berî 9 mehan hatibû berdan.

ŞIRNEX

Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî di serdegirtina malan de endamê Meclîsa Şaredariyê Egît Dûrmûş ê DBP'yî û rêveberê HDP'ê yê navçeyê Dîndar Cîn hatin binçavkirin.

Dûrmûş û Cîn birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê.