Li Amed û Êlihê li aqûbeta windakiriyan hate pirsîn

Li Amed û Êlihê xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê jî daxwaze edaletê kirin. Di çalakiyan de êrîşa rejîma AKP'ê ya li dijî Dayikên Şemiyê hate şermezarkirin.

Li Amed û Êlihê xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê jî daxwaze edaletê kirin. Di çalakiyan de êrîşa rejîma AKP'ê ya li dijî Dayikên Şemiyê hate şermezarkirin.

AMED

Li Amedê Xizmên Windakiriyan di hefteya 502’an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windakiriyan li salona Vedat Aydin a ÎHD'ê dîsa pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windakiriyan hilgirtin. Dayikan û xizmên windakiriyan qurnefil danîn ser wêneyan û aqûbeta windakiriyan pirsîn. Dîsa wêneyên kesên di qedexeya Sûrê de hatibûn kuştin û wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê li Sûrê hat kuştin jî rakirin.

Di çalikyê de Endama Meclisa Jinan a KESK'ê, Nûnerên SES'ê, Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek kesên din amade bûn. Xizmên windakiriyan vê hefteyê çîroka Îbrahîm Gundem ê di 25'ê Îlona 1991'an de li gundê Sarierik a Navçeya Hazroya ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hatibû destgîrkirin û piştre hatibûn windakirin, pirsîn.

Sekretera Şaxa ÎHD'ê Yusel Aslan Acer, diyar kir ku qedexeya li pêş Dayikên Şemiyê bi temamî keyfî ye û li dijî heq û hiqûqê ye. Acer, anî ziman ku ev qedexeyên lipêş wan nikarin wan ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin. Acer, anî ziman ku kesên bi awayekî bê daraz hatin windakirin divê bên dîtin û xwest kujer jî bên darizandin. Acer, da zanin ku heta bigêjin mafê xwe dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Acer, bal kişand ser encama doza 11 kesên hatin binçavkirin û kuştin jî wiha got: "Biryara Doza Pasûre nîşan da ku cînayetên bi destê dewletê tên parastin. Kujer tên parastin û nayên cezakirin.

Acer, piştre çîroka Gundem parve kir û wiha got: "19 sal berê 25'ê Îlonê eskerên di bin Fermandariya Tegmen ê Qereqola Hazro Kemal Şahin de bi ser mala Gundem de girtin. Gundem destgîrkirin û birin. Piştre windakirin û carek din agahî jê nehat girtin. Di heman rojê de Dayik Meryem û bav Ahmet Gundem çûn Fermandariya Qereqolê û Fermandar Kemal Şahin li çavê dayik û bav nerîye û gotiye 'Min ew nebirie' û derew li wan kiriye. Malbata Gundem 19 salin li kûrê xwe digerin, lê heta niha tu encam nestendine.” Acer, anî ziman ku berpirsiyar Fermandarê Qereqola Hazro Kemal Şahin, Waliyê Rewşa Awarte Necati Çetinkaya, Serdozgerê Komarê yê Hazro, Serfermandarê Artêşê Doğan Güreş, Serokwezîr Mesut Yılmaz, Serokê Komîsyona Mafê Mirovan Mehmet Kahraman, Wezîrê karên Hundir Mehmet Kalandi nin.

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan xwestin li derve çalakiyê pêk bînin, lê destûr nehate dayîn. Xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 404’an de li ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windakiriyan di hefteya 408'an de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Rêveberên ÎHD, HDP û nûnerên rêxistinî jî piştgirî dan. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê Devran Yildiz diyar kir ku ew dê heta dawî tekoşîna xwe berdewam bikin. Rêveberê Komeleyê Zeki Tanguner jî bal kişand ser doza 11 kesên li Pasûrê hatin binçavkirin û windakirin û wiha got: "Lêpirsîna doza Komkujiyê di 19'ê îlonê de betal bû. Tanguler, diyar kir ku weki xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan dê heta dawî legerina edalet û mafên mirovan berdewam bikin.