NÛ BÛ- Li Îzmîr, Êlih û Amedê ji bo ‘windayan’ çalakî hatin kirin

Li Îzmîr û Êlihê çalakiyên ji bo windayan tê kirin, dewam dikin.

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi boneya winda bên dîtin, girtiyên nexweş bên berdan, ligel xizmên windayan û malbatên girtiyan di hefteya 468’an de li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê daxuyaniyê da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, dimirin’ hat vekirin û nameya girtiyê nexweşîna penceşêra prostatê Abdulkadîr Aksû yê ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê şandibû hat xwendin.

Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Çîçek, nameya girtiyê nexweş Abdulkadîr Aksû xwend û di nameya Aksû de ev tişt hatin gotin: “Ji ber dermanan mîda min îflas kiriye. Fitiq di stûyê min de çêbûye. Roviyên min naxebitin û pir zehmetiyan dikêşim. Ji ber êşan ez nikarim razim. Hin caran pir zêde dilerizim. Ez di rewşek pir zor deme. Ev hemû nexwî li girtîgehê di min de rû dan. Dema di êşim min dibin beşa lezgîne. Li vê derê tenê derzî û serûman li min didin. Dûre min paşve dibin girtîgehê. Min ji rayedarên girtîgehê xwest ku li nexweşxanê bêm dermankirin. Lê ji min re gotin ‘li revîrê bijîşk heye.’ Li revîrê jî tim dermanan ji bo min dinivîsin û min dişînin. Gardiyen jî kenê xwe bi vî halê me dikin. Min bi êşên min re rû bi rû dihêlin. Tedawiya min asteng dikin. Lê ez dixwazim bên dermankirin.”

Çîçek, bal kişand ser pirsgirêkên girtiyên nexweş ên li girtîgehan dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Saziya Tipa Edlî raporên şaş dide girtiyan. Em dixwazin raporên li nexweşxaneyan bên qebûl kirin.”

Piştî daxuyaniya Çîçek, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan, di hefteya 248’ê de jî aqûbeta windayan pirsîn. Çalakiya li Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê hate kirin, Parlementera HDP’ê ya Êlihê Nedet Îpekyuz û endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî destek danê. Ji Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Gulbahar Kaya ya ku di çalakiyê de aqûbeta Zeynel Kuresep a 24’ê Adara 1994’ê hatibû windakirin pirsî, bav Îbrahîm Kursep jî bîranînên nameya ku qala bîranînê kurê xwe dike xwend.

AMED

 Sekreterê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Yuksel Aslan Acar ê di çalakiya li avahiya ÎHD’ê ku di bin dorpêça polîsan de hate kirin, bal kişand ser rapora Qetilkirina Tahîr Elçî got: “ Eger xebatek baş bê kirin wê bê nîşandan bê çiqas nêzî berpirsan dibe.”

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê û Endamê Komîsyona Windaya Adem Orahan jî pirsa aqûbeta Ramazan Kaya yê li gundê Eryol a Amedê ku Gulana 1991’ê ji aliyê cerdevanên Rakoloyê ve hatibûn revandin û windakiri pirsîn.