Li Amed û Êlihê ji bo Abayay û Tekdag hatin ba hev

Li Amed û Êlihê, ji bo rojnamevan Çetîn Abayay û Mehmet Tekdag ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin, hatin ba hev.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin" di hefteya 523’an de berdewam kirin. Ji ber dîsa qada Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu ji ayilê polîsan ve hat dorpêçkirin û destûr nedan malbat li derve daxuyaniyê bidin, xizmên windayan û ÎHD'ê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyanî dan. Xizmên windayan, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û gelek kesên din amade bûn.

Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD'ê Parêzer Hasan Yalçin, diyar kir ku ji bo kujer bên darizandin û kesên bi zorê hatine windakirin bên dîtin bi salan e têdikoşin û wiha got: “Ji bo êşa civakê bi salan e li ser hev qat bi qat kom bûye, bi dawî bibe divê heqîqat derkeve holê. Ji bo vê yekê ji dive Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê bê avakirin. Yalçin, anî ziman ku di dosyayên windayan de ligel ku gelek şahid û belge hene ti gavên şênber nehatine avêtin û wiha bi dawî kir: Dewlet û daraz wan paşguh dike û faîlan bê ceza dihêle. Edalet bi ronîkirina heqiqetê pêk tê. Ji bo vê yekê divê dewlet bi rastiya xwe re bê rûqalî hev û Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê û Rûqaliyê ava bike."

Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikûlû ji anî ziman ku legerîna malbatan a edaletê li Stenbolê di hundirê kolanekê de û li Amedê jî di komeleyê de hatiye asêkirin. Ev wêne nîşan dide ku li Tirkiye demokrasî edalet û mafên mirovan tune ye. Dayikên Şemiyê li Amed, Cizîr û Geverê legerîna edaletê bi awayekî bêdeng 25 sal in didomdin. Lê piştî hefteya 700’emîn Li Qada Galatasarayê hat qedexekirin. Li Amedê jî li Parka Koşûyolû hat qedexekirin. AKP'ê ev tablo ava kiriye.

Tanrikûlû, bal kişand ser 2 kesên li Etimesgutê 4 roj in agahî ji wan nayê girtin û wiha got: "Li navçeya Etîmesgut a Enqereyê 2 kesên 41 û 43 salî ku hatin binçavkirin 4 rojin agahî ji wan nayê girtin. Em bang li Serdozger, Wezîrê Karên Hundir dikin. Em dixwazin der barê 2 kesan de cemaweriyê agahdar bikin."

Xwişka Mehmet Tekdag Îffet Tekdag bal kişand ser rewşa birayê xwe. Tekdag, anî ziman ku di sala 1993'an de birayê wê Mehmet Tekdag dema serê sibê ji bo biçe kar ji malê derket, rastî êrîşa çekdarî hat û dema rakirin nexweşxaneyê ji ber ku polîsan destûr neda emeliyat bibe jiyana xwe ji dest da. Tekdag, anî ziman ku ger polîs nebûna asteng wê îro bijiya.

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê bi heman armancê di hefteya 429’an de li şaxa ÎHD'ê çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiya li ÎHD'ê de Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) û xizmên windayan amade bûn.

Xizmên girtiyan pankarta "Bila Winda Bên Dîtin Kujer Bên Darizandin" vekirin. Di çalakiyêde aqûbeta Nûnerê Kovara Ozgur Halkê Çetîn Abayay ê di Tîrmeha 1992’an de rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da pirsîn.

Endamê Şaxa ÎHD'ê Zeki Tanguner, anî ziman ku Nûnerê Kovara Ozgur Halkê gelek caran hat binçavkirin û wiha got: “Di 29'ê Tîrmeha 1992'an saet di 19.30'an de dema diçû mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Çetin Abayay bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Piştre rakirin Zanîngeha Tipê ya Dîcle ya Amedê. Di 30'ê Tîrmehê saet di 10.00'an de jiyana xwe ji dest da. Heta niha kujerên Abayay nehatine ditin. Em bêdeng namînin. Em wê lêgerîna edalet û heqîqetê berdewm bikin."