Li Amed, Şirnex û Colemêrgê 22 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, ku li Amed, Şirnex û Colemêrgê di çalakiyên dijî artêşa Tirk de 22 leşker hatine kuştin 4 leşker jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser çalakiyên gerîla yên li Amed, Şirnex û Colemêrgê ev agahî hatin dayin:

"25'ê Cotmehê artêşa TC a dagirker li gundê Reşanê yê Licê, gundên Zilek û Berbuş ên Hezroyê û gundên Mala Çalê, Mala Gir, Hindês, Şêlima û Cumatê yên Farqînê dest bi operasyoneek berfireh kir.

Hêzên me, di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Azad û Şehîd Jîna Ozgur de, 27'ê Cotmehê saet di 09:10 de li nêzî gundê Hindêsê dor li yekîneyeke operasyonê girtin. Hêzên me xwe gihandin heta nêzî yekîneya dijmin û ji du baskan ve li leşkerên dijmin da. Di encama vê derbê de ku ji nêz ve hate lêdan 8 leşker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirin.

Heman rojê, hêzên me yên gerîla li geliyê Berbuş ê navçeya Hezroyê li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiya sabotajê kirin. Teqemeniyên li 2 çeperan hatibûn bicihkirin hatin teqandin û di encamê de her du çeper îmha bûn, 8 leşker mirin, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dijmin bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov, bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê derketin.

Ev operasyona dagirkeriyê ku derbên giran ji hêzên me xwar, roja 28'ê Cotmehê bi rengekî têkçûyî qediya.

Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, hêzên me roja 28'ê Cotmehê saet di 12:30 de li 2 girên li herêma Deriyê Beroj a Şirnexê dan, ku hêzên dijmin lê bi cih bûbûn. Bi derbên xurt ên li çeperên dijmin ên li ser gir hatin dayin re, 3 leşker hatin kuştin.

Hêzên dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorksy li herêmê rakirin û obus û hawan avêtin herêma Şehrîbanê.

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me roja 28'ê Cotmehê li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê çalakî li dijî artêşa TC a dagirker li dar xistin.

Hêzên me saet di 08:20 de, li çeperên dijmin ên li ser girê Koordîne yê Çelê xistin. Derbên xurt li van çeperan hate xistin, lê hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Saet di 09:40 û 10:30 de, hêzên me li hemberî leşkerên dijmin ên li girê Şehîd Elîşêr ê li Geverê, 2 çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Saet di 14:30 de hêzên me li hemberî yekîneyeke dijmin a li girê Şehîd Cûdî yê li herêma Petrut a Çelê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin."