Li Akrê li hemberî nelirêtiyan yekî di weşana zindî de xwe kuşt

Kesê bi navê Sûphî Abdullah ê ku li herêma Akrê ya Başûrê Kurdistanê dijî, li hemberî şertên jiyanê yên bê edalet û nelirêtiyê li ser medyaya civakî di weşana zindî de xwe kuşt.

Sûphî Abdullah ji bo protestokirina debara bê edalet, polîtîkayên şaş û nelirêtiyan di weşana zindî de xwe kuşt. Abdullah roja Sêşemê di weşana zindî de xwe kuşt.

Sûphî Abdullah 22 meh in tena serê xwe li çiyayan dijiya. Abdûllah ê ku di nav gel de bi navê Hakîm Goran dihat naskirin, piştî referandûma serxwebûnê ya di 22’ê Îlona 2017’an de biryar dabû ku tena serê xwe bijî.

Abdullah siyaseta partiyên Başûrê Kurdistanê her dem rexne dikir, li ser medyaya civakî rexneyên xwe rêz dike û balê dikişîne ser tiştên şaş. Abdullah diyar dike ku referandûm di demeke şaş de hatiye kirin û li hemberî îxanet, bêedaletiya debarê û nelirêtiyan nerazîbûna xwe nîşan dide.

Di dîmenan de tê dîtin ku Abdûllah beriya ku xwe bikuje dibêje ‘Ji bo ku ez xizmetê ji rêhevalan, Kurd û Kurdistanê re bikim, we tu alîkarî nedan min.’

Abdullah li paş wî du pankart û alaya Herêma Kurdistanê ya Federe heye. Abdullah çekê dide ser sînga xwe û xwe dikuje. Hin ciwan piştre xwe digihînin Abdûllah. Hate diyarkirin ku Abdullah nehatiye rizgarkirin.