Li Akademiya leşkerî ya Şehîd Ezîzê Ereb dewreya nû

Şervanên li Akademiya Şehîd Ezîzê Ereb a li Girê Spî xwe perwerde dikin, berê xwe didin herêmên xwe û bi erka parastina axa xwe radibin.

Yek ji 4 akademiyên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê, Akademiya Şehîd Ezîzê Ereb e, ku li rojhilatê bajarê Girê Spî ye. Heta niha 2000 şervan perwerde dîtine. Her dewreyek mehekê dewam dike.

Piranî kesên perwerde dibînin ji pêkhatiyên Ereb in û bi tayîbet ji herêma Reqayê ne. Yên perwerde didin wan QSD û Koalîsyon e. 

Hawar Cûdî ku  li Akademiyê perwerdekar e, li ser pwerdehiyê wiha dibêje: " Perwerdiya me li ser parastina xwe, hevalê xwe, cureyên şer û exlaqê şer e."

Cûdî der barê danûstandina şervan û sivîlan de wiha dibêje: "Em şervanan fêr dikin kul i gorî pîvanên şer ên  cîhanî bimeşin."

Hemze Cûdî ku ji  gundê Gelta yê Reqayê ye, bi şervanên QSD’ê re tevlî perwerde bûye dibêje:" Êdî em nahêlin kesek pê li rûmeta me bike. Em nahêlin ne DAIŞ’ û ne jî hine dî. Ji ber ku em dizanin ku em îxaneteke çawa jiyan."

Cûdî ragihand, li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê tevî Akadimiya Şehîd Ezîz 4 Akademî hene; li Heseke, Rojavayê Kobanê û gundê Sinih. Li  van akadimiyan hemûyan QSD û koalsiyon li ser disekinin bi sedan şervanan perwerde dikin da ku axa Rojava û Bakurê Sûriyê biparêzin û ji çeteyên DAIŞ paqij bikin."

Yek ji şagirtên vê dewreya akademiyê Ebû Bekir Sedîq Xelef ê ji Dêra Zor e.

Ebû Bekir Sedîq Xelef dev ji xwendina xwe ya zanîngehê berda û tevlî nav refên QSDê bû. Niha jî di Akadimiya Şehîd Ezîzê Ereb de perwerde distîne.  Xelef sala dudiyan a Beşa Endezyariya Avakirinê di Zanîngeha Hesekê de dixwand. Xelef sedema tevlêbûna xwe ya li nav QSD’ê  wiha vedibêje: "Sedema tevlîbûna min û kir ku îmana min bi vê fikirê were ew e ku , hurmetê didin mirovan, nirx û rûmeta însanan diparêzin; him ê sivîlan û him jî yê şervanan. Min jî fikra xwe di  QSD’ê de dît."