Li Agirî protesto: Em rê nadin xespa li Giyadînê

Li Agiriyê destgîrkirina Hevşaredara Giyadîn a HDP’ê Betûl Yaşar û dorpêçkirina şaredariyê protesto kirin. Di çalakiyê de got: “Em rê nadin xespkirinê.”

Li Agiriyê destgîrkirina Hevşaredara Giyadîn a HDP’ê Betûl Yaşar a danê sibehê ya bi operasyoneke qirkirina siyasî û dorpêçkirina şaredariyê ya ji aliyê polîsan ve protesto kirin.

Parlementerên HDP’ê yên Agiriyê Abdullah Koç û Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî di nav de gelek kes xwestin ji pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê heta şaredariyê bimeşin û daxuyaniyek bidin. Polîsan ragihandin ku ew wê ‘destûr nedin’ çalakiyê. Di encama berxwedana girseyê de rê hate dayîn li kolana pêşberî avahiya şaredariyê daxuyanî hate dayîn.

‘EM QEBÛL NAKIN’

Parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç axivî û diyar kir ku tavilê divê hevşaredarên wan bên berdan dawî li dorpêça polîsan a li ser avahiya şaredariyê bê anîn û got: “Ev gel wê bi domdarî xwedî li vîna xwe derkevin. Em vê xespkirina vînê qebûl nakin.”

‘ARMANC TALAN Û DIZÎ YE’

Taşdemîr a HDP’î jî axivî û diyar kir ku ‘talan û diziyê’ dikin armanc û got: “Em qeyûman baş nas dikin. Biçin li şaredariyên Amed, Mêrdîn û yên din binêrin. Çawa çavkaniyên gel dixwin, tiştên dikin çawa parve dikin. Bila desthilata AKP’ê baş bizee ku em li ber polîtîkayên faşîzan serî natewînin. Îro dibe şaredariyên me dagirkiribin, lê wê qet tu kes nikaribin dest dane ser vîn, têkoşîn û jiyan me ya azad. Vê baş bizanin yên dijminahiya Kurdan dikin windakirine.AKP jî wê winda bike.”

Piştî daxuyaniyê û şûnde çalakî bi dirûşma ‘Qeyûm wê biçin, gel wê bimîne’ û ‘AKP wê hesab bide gel’ bi dawî bû.