Li Şirnexê û Mêrdînê Newroz hate pîrozkirin

Li navçeyên Mêrdîn û Şirnexê bi sed hezarna Kurdan hatin cem hev û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî xwestin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê û li navçeyên Qileban û Basa yên Şirnexê bi hezaran kes bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” daketa qadên Newrozê. 
 
JI KERBORANÊ PEYAMA BERXWEDANÊ 
 
Bi hezaran kes li qada Newrozê ya li ser Cehdeya Kismetê ya Kerboranê hatin ba hev. Di pîrozbahiyê de Meclisa Dayikên Aştiyê, malbata Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest dabû, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salih Kuday, Hevserokê DBP’a Mêrdînê Veysî Parilti, Hevseroka Partiya Kesk û Çep a Mêrdînê Leyla Kaya, Hevşaredara Mêrdînê Fîgen Altindag û aktîvîstên TJA’yê amade bûn. Tevî hewayê sar û barîna berfê jî bi hezaran kes herikîn qadê û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. 
 
’GELÊ KURD SERÎ NATEWÎNE’
 
Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Ebrû Gunay axivî. Gunay, Newroz li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz kir û wiha got: “Gelê Kurd serî natewîne û divê vîna gelê Kurd bê naskirin. Çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye. Yên ku çareseriyê dixwazin, divê bi Îmraliyê re hevdîtinan bikin. Dê nekarin bi polîtîkayên qeyûm û şer bi ser kevin.” 
 
Tevî barîna berfa zêde jî piştî axaftinan girseyê agirê Newrozê vêxist. Piştre jî hunermend derketin ser dikê û beşdaran li ber stranên wan xelekên govendê gerandin. 
 
QILEBAN BI AGIRÊ NEWROZÊ GERM BÛ 
 
Hêj di saetên zû yên serê sibehê de xelkê Qilebanê ji bo pîrozkirina Newrozê ber bi qada Newrozê ya li Xeraca Koylerê ve herikî. Welatiyan cil û bergên xwe yên Kurdî li xwe kiribûn. Barîna berfa zêde li pêşiya xelkê Qilebanê nebû astengî. Beriya destpêkirina pîrozbahiyê, ciwanan li qada Newrozê xelekên govendê gerandin û dirûşm berz kirin. Malbatên Roboskê, Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag, aktîvîsta TJa’yê Gulistan Sonuk û parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
JINA AZAD, CIVAKA AZAD 
 
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk axivî. Sonuk, Newroz di serî de li kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane û gelê kurd pîroz kir. Sonuk, piştre jî bal kişand ser tecrîda li ser Îmraliyê û wiha got: “Tecrîda giran a li Îmraliyê ev 24 sal in didome. Vê tecrîdê bi xwe re şer, krîza aborî û kûrkirina pirsgirêka kurd anî. Kesên vê tecrîdê disepînin, hewl didin bedela vê bi gel bidin kirin. Lê dê bi ser nekevin û AKP-MHP dê têk biçin.” 
 
Parlamenter Hasan Ozguneş jî destnîşan kir ku Dehaq, Nemrûd û Sedam hatin û çûn û wiha berdewam kir: “Kawayên hemdem her tim li ser pêya bûn û dê her tim li ser pêya bin jî. Serfermandarên ku pesnê xwe didan û digotin; ‘Em ê Kurdan tune bikin’ bila baş li vê qadê binêrin. Tevî vê tofanê û berfa zêde jî gelê me li ser pêyan e û li ber xwe dide. Dê têkoşîna jin û ciwanên Kurdistanê we biavêje ser sergoya dîrokê.” 
 
Di dema axaftinan de girseyê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. 
 
Piştî axaftinan jî agirê Newrozê di nava tililiyan de hate vêxistin. Piştre hunermend Baran Çelebî derket ser dikê. Bername bi stranên hunermend Umut Botan berdewam kir. Xelkê Qilebanê li ber stranên hunermendan xelekên govendê gerandin. 
 
BASA: LI QUNTARÊ GABARÊ PÎROZBAHIYA NEWROZÊ
 
Pîrozbahiya Newroza Basayê li Qada Bazarê hate lidarxistin.  Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç û rêveberên HDP’a Basayê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Bi sedan welatî tevî barîna berfê û sermayê jî herikîn qada Newrozê. 
  
Xelkê Basayê bi rojan bû amadekariyên Newrozê dikirin. Hêj di saetên zû yên serê sibehê de kiras û fîstan, şel û şepikên xwe li xwe kirin û ber bi qada Newrozê ve herikîn. Qada Newrozê bi alên HDP’ê û peyamên Newrozê hatibû xemilandin. 
  
Pîrozbahiya Newrozê bi stranan dest pê kir, gel li ber stranan xelekên govendê gerandin û her ku diçû coşa xelkê zêdetir bû. Piştî 8 salan, cara ewil bû ku li Basayê agirê Newrozê hate vêxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevserokên HDP’a Basayê Ahmet Aktug û Bediya Îmre axivîn û Newroza gel pîroz kirin. Hevserokan di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku tenê Ocalan dikare ji bo şerê heyî rêyeke çareseriyê pêş bixe û pîrozbahiyên Newrozê jî weke nîşaneya vê rastiyê diyar kirin.
  
Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz jî di pîrozbahiyê de axivî. Kaçmaz, ji ewil Mazlum Dogan û kesên di Newroza 92’yan de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Newroz, berxwedana li dijî zilm û zordariyê ye. Tevî berf û baranê jî em herikîn qada Newrozê. Wateya Newrozê ji bo gelê kurd cuda ye. Hevalên me li girtîgehan dîl hatine girtin. Bi taybet jî hevalên me yên nexweş nayên berdan. Di şexsê Aysel Tugluk de em dixwazin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Piştî axaftinan, mitîng bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana zindanan” û gerandina govendê bi dawî bû.