Li Şirnexê, ji bo operasyonê bang li cerdevanan hate kirin
Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan a 23'an a li Şirnexê, duh danê êvarê bang li gelek cerdevanan kir.
Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan a 23'an a li Şirnexê, duh danê êvarê bang li gelek cerdevanan kir.
Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan a 23'an, ku li navenda Şirnexê ye, duh êvarê bang li dehan cerdevanan kir.
Ev banga li cerdevanan hate kirin, weke amadekariya operasyona li herêmên Besta û Cûdî hate nirxandin.
Li Şirnexê pêr, ji bo sê leşkerên navê wan nehatibû eşkerekirin, measîma cenaze hatibû kirin.
Tê gotin, leşkerên navborî li herêma Bestayê hatibûn kuştin.