Li Şirnexê civîna gel: Em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin

Li Şirnexê civîna gel hate lidarxistin. Di axaftinên civînê de gotin, “Heta tecrîda li ser Ocalan bidome ne pêkan e ku kesek bibêje em azad in.”

Li Şirnexê li Taxa Yeniyê bi tevlibûna Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, rêxistinên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên navend û navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aşitiyê û bi tevlibûna sedan kesan civîna gel hate lidarxistin. Hezar kes bi kincên xwe yên herêmî tev li bûn. Beriya civînê gel govend gêrand. 

Bername bi xwendina merşa Çerxa Şoreşê destpê kir. 

Pişt re hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, diyar kir ku ev hilbijartine ji hemû gelên Tirkiyeyê re firsendeke û wiha axivî: "Vê sekna we pîroz dikim. Weke ku gelê me jî dizane 8 sal berê desthilata AKP’ê û MHP’ê ya faşîst biryara şer da. Êrîşên xwe li ser çar perçeyên Kurdistanê zêde kirin. Li ser Ocalan tecrit girankirin û li çar perçeyên Kurdistanê êrîş dan destpêkirin. Armanca wan tunekirina gelê Kurd bû. Lê koka me têk naçe û ev kok roj bi roj şîn dibe. Gelê kurd 40 sal in demokrasiyê dixwaze. Ev desthilat her carê dibêje em li hemberî şer in lê her carê êrişî Kurdistanê dike. Çu tişt nema ye ku nekirin. Bi çekên kîmyewî êrîş kirin. Kesên ku jiyaneke azad, aşitî û azadiyê dixwazin li hemberî van êrîşan deng dernaxînin. Em li hemberî vê disekinin û bedel didin. Heke ji bo aştî û azadî bê em bedel bidin, em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin. Ev hilbijartin ji bo hemû gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê firsendeke. Lê belê rastiyek jî heye ku heta tecrîda li ser Ocalan bidome ne pêkan e ku kesek bibêje em azad in. Fikrên Ocalan di Rojhilata Navîn de mînaka herî mezin. Ew ê binkevin em ê serbikevin. Serkeftin ya me ye."

Pişt re Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Kiliçgun Ûçar jî got ku deklarasyona Ocalan daye xuyakirin dê bê jiyîn û wiha axivî: "Daxuyaniya Ocalan a 2013’an, îradeya me ya çareseriyê ye. Weke Partiya Çepên Kesk, em dizanin ku pêvajoya çareseriyê ya ku hikûmetê xera kir çiqasî pêwîst û rojane ye, li ser rêya hilbijartinên 2023’yan e. Deklarasyona ku birêz Ocalan di Newroza Amedê ya 2013’an de ji gelên Tirkiyeyê re şand, deklerasyona me ye û em ê vê deklerasyonê bidin jiyîn. Em ê vê pirsgirêkê bi hev re li gorî rastiya gelê kurd, bi dînamîk û mekanîzmayên ku me bi ser xistine bêyî ku em neçarî tu îradeya siyasî bibin çareser bikin û li Tirkiyeyê jiyana  hevpar a demokratîk ava bikin. Em dibînin ku em serkeftî ne. Em di sala 2015’an de bi ser ketin û dê sala 2023’an jî bibe sedsala ku hemû jin, gel û ciwanên Tirkiyeyê desthilata AKP’ê û MHP’ê û rejîma yek zilamî winda bike."

Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.