Li Şirnexê bi hezaran kes di Newrozê de kom bûn

Li Şirnexê bi hezaran kes di Newrozê de kom bûn, li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê û tecrîda Îmraliyê peyamên berxwedanê dan.

Tevî barîna berfa zêde jî bi hezaran welatiyên Şirnexê berê xwe dan qada Newrozê û pîrozbahiya xwe li dar xist. Pîrozbahiya Newrozê li Xaçerêya Pîşesaziyê hat lidarxistin û pankartên “Dem dema serkeftinê ye”, “Newroz, serhildana azadiyê ya jinan e” û “Werin em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin” hatibûn daliqandin. Qada pîrozbahiyê bi alan hatibû xemilandin û jin, ciwan û zarok bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Kesên diketin qada pîrozbahiyê, yek bi yek li bendên kontrolê li lêgerînê re derbas bûn û wisa ketin qadê. Ji heft salî heta heftê salî, xelkê Şirnexê ji saetên serê sibehê ve berê xwe da qada Newrozê. Balkêş bû ku pîrejin û pîremêrên bajêr beriya her kesî hatin qada Newrozê. Tevî ku hewa gelek sar bû jî xelkê Şirnexê bi coşeke mezin qada Newrozê tije kir. 

Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Çerxa Şoreşê hate xwendin. Bi xelasbûna sirûdê re girseyê dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştre jî xelekên govendê hatin gerandin û coşa girseyî her ku çû zêdetir bû. Partiya Kesk û Çep, Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Hevşaredarên Gundikê Melê û MEBYA-DER’ê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada Newrozê gelek caran dirûşmên “Newroz pîroz be”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. Tevî barîna berfa zêde jî coşa girseyê qet daneket. 

Di pîrozbahiyê de Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê Kamûran Demîr anî ziman ku gel dê di Newrozê de ji bo yekitiya neteweyî peyameke girîng bide û lewma jî divê peyameke xurt bê dayîn. Hevserokê HDP’a Şirnexê Sebahattîn Denîz jî ji ewil kesên di Newroza 92’yan de hatine qetilkirin bi bîr anî û da zanîn ku dê bi baweriya aştî, azadî û demokrasiyê heta dawiyê li ber xwe bidin. Denîz, destnîşan kir ku xelkê Şirnexê bi pîrozbahiya Newrozê peyameke herî baş didin kesên dixwazin HDP’ê bigirin. 

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî di pîrozbahiyê de coş û kelecana xelkê Şirnexê silav kir û wiha got: “Li dijî kesên vîna gelê Kurd înkar dikin, li dijî tecrîda li girtîgehan, kesên dixwazin partiya me nas nakin û li dijî kesên ku hebûna Kurdan red dikin bersiva herî xurt e. Gelê Kurd, li dijî faşîzm û tecrîda AKP-MHP’ê sekneke xurt raber dike. Bila hemû kes vê qadê bibîne û bizane ku em Kurd in û em bi Kurdbûna xwe serfiraz in. Çi dikin bila bikin lê dê nekarin encamekî bi dest bixin.” 

EM BI MEHMET TÛNÇ, ZEKIYE, BINEFŞ, RAHŞAN Û ASYAYÊ SERBILIND IN

Piştre jî Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û ev tişt anî ziman: “Xelkê Şirnexê di bin vê berfê de bi dilgermiya xwe, bi sekna xwe qada Newrozê germ kir. Hevalên me di Newroza 92’yan de li dijî faşîzm, zext û zilmê serî rakir û jiyana xwe ji dest dan. Em bi wan serbilind in. Serê me bi Mehmet Tunç, Zekiye, Binevş, Rahşan û Asya Yukselan bilinde û bi wan serfiraz in. Berxwedan û têkoşîna wan rêya me ronî dike. Li dijî kesên dibêjin; ‘Kurd tune bûn û taqet tê de nema ye’, ev qada bersiva herî xurt e. Tevî hemû operasyonên qirkirinên siyasî jî gelê Şirnexê tenê yek gav jî paş de ne avêt.”

Bi domdarî jî Başaran da zanîn ku siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd tê meşandin, girêdayî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha derbirî: “Newroza 2013’an hêj jî di bîra me de ye. Birêz Ocalan, bi nameya xwe hêviyên gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn zindî kir. Rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd nîşan da. Lê tifaqa şer ev yek paşguh kir û tecrîd girantir kir. Em ji bo azadî, ziman û nasnameya xwe têdikoşin. Em li vir careke din bang dikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Kesekî nekarî bi vê polîtîkaya tecrîdê encamekî bi dest bixe û dê bi dest nexe jî. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî dibe û pirsgirêka Kurd tê çareserkirin jî dê têkoşîn û berxwedana me bidome. Çawa ku li Rojava bi pêşengtiya jinan şoreş pêş ketibe, em jî dê bi pêşengiya jinên Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke nû ava bikin.”

Piştî axaftinan, Ayşe Acar Başaran, Nûran Îmîr û Dayikên Aştiyê bi hev re agirê Newrozê vêxist. Piştî vêxistina agirê Newrozê, tevî barîna zêde ya berfê jî Koma Hîvron û hunermend Şiyar Berwarî derketin ser dikê. Beşdaran li ber stranên hunermendan xelekên govendê gerandin. 

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.