Li Şirnexê agirê Newrozê hate vêxistin

Li Şirnexê agirê Newrozê hate vêxistin. Di çalakiyê de ji bo pîrozbahiya di 19’ê Adarê de banga tevlêbûnê hate kirin.

Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê dest bi pîrozbahiyên Newrozê kir. Li Şirnexê jî wê Newroz di 19’ê Adarê de bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” were pîrozkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê li ser banê HDP'a Şirnexê agirê Newrozê pêxist û daxuyanî da. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozgûneş û rêveberên HDP'a Şirnexê tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’a Şirnexê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin. Denîz, anî ziman ku Newroz berxwedan, hêvî, cisaret, qîrîn, hevgirtin û yekîtî ye û wiha got: “Em ji her zimanî, ji her rengî, ji her dengî û ji her gotinên xwe diqîrin û mil didin milê hev. Em, agirê Newrozê bi awayekî herî xurt pêdixin, ji ber ku ev agir wê mizgîniya ronahiya salên pêş bîne.”

Denîz, di berdewamê de bal kişand ser bûyerên Newroza 1992’yan ên Şirnexê û wiha domand: “21’ê Adarê, salvegera Newroza 92’yan e. Di vê rojê de hêzên ewlehiyê bi çekên giran êrîşî gelê me kirin û li gorî daneyên fermî, li navenda Şirnexê 54 welatiyên me hatin qetilkirin. Berpirsiyarên komkujiya Newroza 92’yan dê di dîroka mirovahiyê de her tim bi lanet bên bîranîn. Em, welatiyên xwe yên ku beriya 30 salan di pîrozbahiya Newroza Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.”

Denîz anî ziman ku wê di 19’ê Adarê de roja şemiyê li rex Qada Pîşesaziyê ya Taxa Bahçelîevlerê Newroz were pîrozkirin û banga tevlêbûnê kir.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran wê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe. Her wiha hunermend Şiyar Berwarî, Kadîr Çat û Koma Hîvron jî dê derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.

Piştî daxuyaniyê jî dirûşma “Newroz pîroz be” hat berzkirin, agirê Newrozê hat vêxistin û beşdaran li dora agir govend gerandin.