Li Şirnexê 4 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Şirnexê avêtin ser gelek malan û 4 kes destgîr kirin.
Polîsên Tirk li Şirnexê avêtin ser gelek malan û 4 kes destgîr kirin.
Serdegirtin serê sibehê li navenda bajêr li gelek malan çêbû.
Di encamê de ku hinceta wê nehate eşkerekirin, Nebî Ûysal, Cîhat Basan, Zîşan Basan û kesekî navê wî nehate hînbûn hatin destgîrkirin.
Tê gotin ku dibe ku hejmara kesên destgîrkirî zêde bibe.