Li Şirnexê 16 kes hatin destgîrkirin

Li Şirnex û Silopiyayê di serdegirtina malan de 16 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên tîmên taybet ên dewleta Tirk serê sibehê li navenda Şirnexê û navçeya Silopiyayê avêtin ser hin malan.

Di serdegirtinan de Îdrîs Denîz, Îbrahîm Kartal, Fahrettîn Adiguzel, Mûaz Îke, Îslam Îke, Abdullah Eren, Selîm Anak, Reşît Salgûcak, Sidik Kilinç, Feyzî Yilmaz, Nezîr Yilmaz, Îsa Yilmaz, Mahmût Ataman, Temer Ûlûg, Emîn Îbren û Enes Kulter hatin destgîrkirin.

16 kesên ku sedema destgîrkirina wan nehate zanîn, birin midûriyetên emniyetê yên Şirnex û Silopiyayê.

Tê gotin ku hejmara destgîrkiriyan dikare zêde bibe.