Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
Desthilatdariya AKP-MHP'ê 14 herêmên Şirnexê bi îdîaya ewlekariyê weke 'herêma ewlekariya taybet a demkî' ragihand.
Desthilatdariya AKP-MHP'ê 14 herêmên Şirnexê bi îdîaya ewlekariyê weke 'herêma ewlekariya taybet a demkî' ragihand.
'Qedexe' û 'herêmên ewlekariyê yên taybet' ku dewleta Tirk bi salan e li bajarên Kurdan bi rengekî kêfî û bi rêk û pêk dixe meriyetê, bi taybetî li Şirnex û Colemêrgê dewam dikin.
Li Şirnex û navçeyên Cizîr, Silopiya, Elkê û Qilabanê 14 herêm ji 1'ê Gulanê heta 15'ê Gulanê ji bo 15 rojan weke 'herêma ewlekariya taybet a demkî' hate ragihandin.
Heman herêm ji 16'ê Nîsanê û pê ve ji bo 15 rojan weke 'herêma ewlekariya taybet' hatibûn îlankirin.
8'ê Nîsanê zozanên çar gundên navçeya Geverê ya Colemêrgê jî hatibûn qedexekirin.