Li Şirnex û Osmaniye yê çalakiyên gerîlayan

HPG’ê, ragihand ku li Şirnexê 2 leşkerên Tirk hatine kuştin, li Osmaniye yê jî li dijî tabûrekê jî çalakiyek hatiye lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên xurt ên gerîla, operasyon û şer daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

LI ŞIRNEXÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

12’ê Tîrmehê saet 13.00’an hêzên me li Şirnex Basanê çalakiyek li dijî tabûra Findikê kirine. L ivir ji 2 baskan ve li çeperên tabûrê xistine û di vê çalakiyê de hatiye dîtin ku 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, 1 ji leşkerên dijmin jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê tabûra Findikê û Qereqola Zivingê qad daye ber obus û topên hawanan.

13’ê Tîrmehê saet 06.00’an artêşa dagirker a TC’ê bi helîkoptêrên êrîşê yên kobrayê qada Findikê bombe kiriye.

LI OSMANIYE YÊ LI DIJÎ TABÛREKÊ ÇALAKÎ

10’ê Tîrmehê saet 12:00’an, hêzên me li dijî tabûrekî leşkerên artêşa Tirk a girêdayî navenda Osmaniyeyê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya avahiya komandoyan, lojman û qada perwerdehiyê hate hedefkirin de, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê dest bi operasyonekê kiriye, operasyon heman rojê bê ku encamekê bigire vekişiyaye.

LI FARQÎNÊ LI DIJÎ HÊZÊ OPERASYONÊ ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

9’ê Tîrmehê di saetên şevê de hêzên artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Farqîn û Pasûr a Amedê dest bi operasyonekê kirine. Operasyona ku li gundên Sêdeqnê, Cûmatê, Cêndres û Şêlima yên Farqîn û derdroî gundên Barûnê û Godarnê yên navçeya Farqînê bi kemînan destpê kirî, 11’ê Tîrmehê belavî herêmê bûye. Di vê operasyonê de hêzên dagirker zext li gundiyan kirine û hinek gundî jî kirine binçavan.

12’ê Tîrmehê saet 09:50’an, hêzên me wesayîtekî zirxî ya artêşa Tirk kû beşdarî operasyonê bibû li nêzî Gundê Godarnê kirin hedef. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkerên artêşa Tirk nehate zelalkirin.

Artêşa Tirk a ku ji operasyonê ti encam negirt, 12’ê Tîrmehê di saetên şevê de neçar ma vekişe.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

13’ê Tîrmehê di saetên nîvroyê de, balafirên şer ên artêşa Tirk devera Tabûra Êreba û Gudnê Satê yên girêdayî Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

10’ê Tîrmehê saet 10:10’an, balafirên şer devera Werxelê yê girêdayî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.”