Li Şengalê zexta bi sotemeniyê

Li Şengalê di asta ambargoyê de şêniyên herêmê ji mazot û benzînê bêpar têne hiştin. Xelkê Şengalê bang li rêveberiya Bexdayê dike ku vê ambargoyê ji ser wan rake.

Li gel êrîşên dewleta Tirk ên hewayî, zext û zordariya PDK'ê yên li ser Şengalê, her wiha astengkirina vegera penaberan a li Şengalê, vê carê jî bi sotemeniyê zext li Şengalê tê kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ev demeke bi biryara Îstîxbarata Iraqê û Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê, firotina mazot, benzîn û gazê li benzînxaneyên taybet ên li Şengalê hatiye qedexekirin.

Ji ber vê qedexeyê jî benzînxaneyên taybet hemû hatine girtin. Li gel vê astengî, ambargo û rêgiriyê jî Şaredariyên Şengalê karên xwe yên xizmetguzariyê dimeşînin.

Şênî û rayedarên Şengalî li ser mijarê ji Rojnewsê re axivîn. Endamê Şaredariya Şengalê Berekat Qasim diyar kir ku nebûna benzînê bandorê li meşandina karên din jî dike û got, "Ji ber ku wesayitên şardariyê kar nakin, carna li kolanan gelaş kom dibe. Ev ji bo tenduristiyê nebaş e. Ambargo rê li karê me jî digre. Em bang li hikumeta Iraqê dikin vê ambargoya ser Şengalê rabike."

Ji şêniyên Xanesorê Kutî Şengalî jî heman bang li hikumeta Iraqê kir û got, "Îstîxbaratê biryar da ku êdî mazot neyê dayîn. Ev ambargoya ser benzînê bandorek nerênî li ser me dike. Tevî hemû gefan jî em ê karê xwe bimeşînin."