Li Şengalê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Bi sedan ji şêniyên Şengalê berê xwe dan çiyayê Şengalê û pîrozbahiya Newrozê dan destpêkirin.

Pîrozbahiyên ji bo cejna Newrozê li seranserê Kurdistan û Ewrupayê dewam dikin. Li gundê Solax ya dikeve quntara çiyayê Şengalê, bi tevlîbûna sedan kesî pîrozbahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdan destpê kir.

Bi sedan kes li qada Newrozê kombûne, hîn jî gel di herike qada Newrozê. Di pîrozbahiyê de wê peyamên sazî û rêxistinan werin xwendin.

Wê Koma Çiyayê Şengal, Hunermend Bager Medî, Îdo Çelkî û Hisên Saet bi stranên xwe tevlî pîrozbahiyê bibin.

Pîrozbahî di van kêliyan de dewam dike.