Li Şengalê pêngava boykotkirina malên Tirk destpêkir

Li Şengalê pêngava boykotkirina malên Tirk destpêkir. Têkildarî kampanyaya boykotê li gund û bajarokên Şengalê belavok hatin belavkirin û bang li şêniyên herêmê hat kirin ku kel û pelên Tirk nekirrin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengalê di 7’ê Mijdarê de civînek lidarxistibû û biryara boykotkirina malên Tirk girtibû. Her wiha ji bo agahdarkirina gel li Şengalê jî komîteyek hatibû avakirin.

Piştî hefteyekê ku xebat hatin meşandin di 13’ê Mijdarê de (duh) pêngava boykotkirina malên Tirk li Şengalê û her wiha li bajarokên Sinûnê, Xanesorê û hinek gundan hat destpêkirin. Derbarê mijarê de belavkirina belavokan jî li gund û bajarokên Şengalê dewam dike. Di belavokan de bang li welatiyan tê kirin ku malên Tirk nekirrin û girîngiyê bidin malên xwemalî.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Eliyas wiha axivî; “Bi rêya komîteya ku hatiye avakirin em li ser welatiyan û esnafan belavokan belav dikin da ku malên Tirk nekirrin. Kirrîna malên Tirk piştgiriya ji bo dagirkeriyê ye.” Xwedêda bang li hemû welatiyên Şengalê kir ku malên Tirk boykot bikin û nekirrin.”

Welatiyê bi navê Omer Mirad jî wiha got; “Ev pêngava boykotkirina malên Tirk gelek başe. Em hêvdîdarin ku ev pêngav berdewam bike û êdî gelê me tiştên Tirkan nekirre. Rewşa Şengalê gelek başe. Li şûna tiştên biyanî divê em girîngiyê bidin tiştên xwemalî. Li Şengalê her tiştên me heye ku em karibin pê debara jiyana xwe bikin.”