Li Şengalê ji bo Mîr Tehsîn konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo lîderê rûhanî yê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg, li Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê kon sersaxiyê hatiye danîn.

Li navenda Şengalê avahiya MeclÎsa Xweser a Demokratîk a Şengal ji bo mîrê Êzidiyan, Mîr Tehsîn Beg sersaxî tên qebûl kirin.

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hamid, Serokê Meclisa Demkî ya Şengalê Seîd Mulhim, Serokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Emer Salih, polîsên navxweyî yên Şengalê û Serokê Erebên deşte Nînova Seîd Sasim Al Musewî serdana sersaxiyê kirin.

‘DIVÊ WEKE BEG ÎTÎFAQ ÊZIDÎ ESAS BÊ GIRTIN’

Li ser navê Meclîs Xweser a Demokratik a Şengal Hevserokê Meclîsê axivî û got:" Ji ber ku gelê me yê Êzidî yê Şengalê nikarîn serdan qebra Mîr Tehsîn Beg bikin. Lewma me ev merasîm çêkir. Em sersaxiyê ji gelê xwe yê Êzidî yên her derê cîhanê re dixwazim. Ez hêvî dikim ku kesê cihê Mîr Tehsîn Beg bigre, hêviyên Mîr Tehsîn Beg bi cih bîne. Em ji xwedê dixwazin ku cih wî cenet be."

Li ser navê Yekîneyên Berxwedane Şengal YBŞ'ê û YJŞ'ê jî Zerdeşt Şengalî axivî û got: "Di serî de li ser navê fermandariya YBŞ'ê em sersaxiyê ji malbate Mîr Tehsîn Beg re dixwazin. Em dibêjin ku ji dest dane Mîr Tehsîn Beg xisareke mezin bû. Pistî fermane 3'yê Tebaxe 2 bûyerên giran û mezin bi serê me de hatin. Yek şehadete Mam Zekî û ya din jî oxirkirine Mîr Tehsîn Beg bû. Em hêvî dikin ku yê cihê Tehsîn Beg bigra hemû daxwazên gelê Êzidî bi cih bîne."

Oldarê Êzidî Mam Faxir jî wiha axivî; " Em sersaxiyê ji malbate wî Meclîsa Ruhanî re dixwazin. Em hêvî dikin ku yê cihê Mir Tehsin Beg bigire tifaqa Êzidiya çê bike."

Li ser nave Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Qasim Belngaz û Serokê Erebên deşte Nînova Seîd Sasim jî ji hemû Êzidiyan re sersaxî xwest.