Li Şengalê gorekî din a komî hate dîtin

Li Şengalê gorekî din a komî ku çeteyên DAÎŞ’ê pêk anîbû hate dîtin.

Li nêzî Sayloya li navenda bajarê Şengalê di dema xebatên çêkirina rê de, xebatkaran hestiyên mirovan dîtin. Hate ragihandin ku li cihê navborî gorekî komî hatiye dîtin.

Li gora komî ya ku cenazeyên kesên ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibûn qetilkirin hatin dîtin, ji ber ku hê lêkolîneke pêwîst nehatiye kirin, nayê zanîn bê ka çend cenaze li nava gorê ne.

Ji beriya niha li Şengal û derdorî wê 68 gorên komî hatibûn dîtin. Lê heta niha li gorên komî ti lêkolînek nehatiye kirin.