Li Şengalê goreke komî hate dîtin

Rêxistina Mafên Mirovan a Patricor ragihand ku goreke komî li Şengalê hatiye dîtin, ku ji dema hovîtiya DAÎŞ'ê ya sala 2014'an maye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Patricorê ragihand ku li Şengalê ya ku DAÎŞ'ê di sala 2014'an de komkujî lê kir, goreke komî hatiye dîtin.

Li gorî daxuyaniyê, li ser îxbarekê, Rêveberiya Polîsan a li Şengalê li navenda Şengalê lêkolîn kiriye û goreke komî dîtine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di gorê de hestiyên jin û zarokan hatin dîtin, ku beşek jê ji pêkhateyên Şîa ne ku di sala 2014’an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine qetilkirin. Mixabin di encama pêvajoya betonkirina dibistanekê de îskeletên wan ji aliyê şofê ve hatine xerakirin."

Li Şengalê heta niha 85 gorên komî hatine dîtin. Di 15'ê Adara 2019'an de bi amadebûna nûnerên Neteweyên Yekbûyî pêvajoya kolandina yekem gora komî li gundê Koçoyê ya Şengalê destpê kir.