Li Şengalê bi hezaran kesan dest bi meşê kirin

Li Şengalê ligel ku hêzên Iraqê xwestin gel asteng bikin jî, gel dest bi meşê kir.

Civaka Êzidî vê sibehê ji gelek gundan hatin û gihiştin Şengalê. Saet di 12.00’an de bi hezaran kes tevî alayên Asayîşa Êzidxanê li nava bajêr dest bi meşê kirin.

Beriya meşê hêzên Iraqê li gelek deran xwest gel asteng bike. Li gundê Tilîzerê alozî çêbû û sivîlek birîndar bû. Ligel vê astengkirinê jî ji gund û bajarokên derdorê gelek kes tevlî çalakiya meşê bûn

Di refa pêşîn a meşê de rûspî, siyasetmedar û rêveberan cih girtin.

Ji ber peymana di navbera Bexda û Hewlêrê bi mehan e Şengal kirine hedef.

Herî dawîn hikumeta Iraqê ya navendî xwest hêzên parastina Şengalê divê di nava 24 saetan de ji bajêr derkevin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê roja Çarşemê bi civîneke awarte vê ultîmatoma hikumeta Iraqê red kir.