Li Şemzînanê leşkeran derbên giran xwarin

Gerîlayên HPG’ê li Şemzînanê derbên giran li leşkerên di operasyonê de xistin. Di çalakiyê de koordîneya operasyonê de jî tê de 10 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser malpera xwe diyar kir ku gerîlayên YJA Starê li Şemzînanê li dijî leşkeran çalakî li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên ev tişt diyar kir:

“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan û Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine.

Di 5’ê Tebaxê saet di 15.00’an de hêzên me li dijî qereqola Rûbarok û Tepê Çeta ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de agir bi avahiyekê ketiye û agir 3 saetan domiyaye û wesayîtekê jî derbe xwariye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê daye.

Di 7’ê Tebaxê saet di 06.30’an de hêzên me li dijî kozikên dijmin ên girê Koordîneyê yê Çelê çalakiyek li dar xistine. 2 kozikên dijmin îmha bûne û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê daye.

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYÊN GERÎLAYÊN YJA STARÊ YÊN LI DIJÎ LEŞKERÊN DI OPERASYONÊ DE

Di daxuyaniya me ya di 6’ê Tebaxê de me diyar kiribû ku di 5’ê Tebaxê de di saet 20.30’an de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qadên Serero û Şapatanê ya Şemzînanê operasyonek daye destpêkirin.

Hêzên me yên YJA Starê di saet 20.30’an de li dijî leşkerên ku ji helîkopteran xwe bera Girê Koordîneyê û Bermêşa dane çalakiyeke sabotajê li dar xistine û li gorî agahiyan koordîneya operasyonê de jî di nav de 10 leşker hatine kuştin.

Di heman demê de di 5’ê Tebaxê saet di 23.30’an de li qada Dola Apociya ya Şemzînanê hêzên me xwe bera nav yekîneyeke operasyonê ya Komara Tirkiyeyê ya dagirker dane û ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 leşker hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi wesayîtên zirxî û ambûlansan mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Di 6’ê Tebaxê de saet di 03.00’an de hêzên dijmin avêtiye ser taxên Şapatan, Bêtkarok, Bêtto, Êlde û Meydanê û li vê derê nêzî 100 kes binçav kirine. Dijmin agir bir rez û baxçeyên gel jî xistiye.

Di 6’ê Tebaxê saet di 14.40 û 15.30’an de hêzên me yên YJA Starê li dijî yekîneyeke artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya ku dixwest têkeve Girê Şehîd Axîn a li Şapatayê  çalakiyên sabotajê li dar xistine.  Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Operasyona li qadê bi awayê kemînê didome

ARTÊŞA TIRK AGIR BI ERAZIYÊ XIST

Di 4’ê Tebaxê de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li bejahiya Silopiyê ya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Di 5’ê Tebaxê de leşkerên dijmin xwe li Girê Çolya bi cih kirine û di heman rojê de bêyî ku encamekê werbigirin bi paş ve kişiyane. Di operasyonê de qada Bêstûnê bi obus û hawanan hatiye bomberdûman kirin û agir bi eraziyê ketiye.

GERÎLAYÊN KU LI SÊRT Û DERSIMÊ ŞEHÎD BÛNE

Di daxuyaniya me ya di 28’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku hêzên me li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê yên ku li qada Girê Kulind a Herekolê operasyoneke şoreşger dane destpêkirin û di vê çalakiyê de 9 leşkerên dijmin hatibûn kuştin. Di vê operasyonê de hevalê me Agît bi giranî birîndar bûbû û ligel hemû mudaxeleyan jî nehatiye rizgarkirin û hevalê me gihiştiye şehadetê.

Nasnameya hevalê me Agît ê şehîd bûye, wisa ye:

Nasnav: Agît Ferîgî
Nav û Paşnav: Mavût Çoldû
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Sabriye - Cemîl
Cih û Dîroka Şehadetê: 28'ê Tîrmeha 2017 / Sêrt

Di 20’ê Tîrmehê de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li qadên Xiştan û Piçik a Mazgîrtê ya Dersimê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên dagirker bi helîkopteran qad bomberdûman kiribûn. Di operasyonê de di navbera leşkerên dijmin û hêzên me şer çêbûye. Di şer de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin û hevalê me Seyîd Riza bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me wisa ye:

Nasnav: Seyit Riza Bîlîcan
Nav û Paşnav: Ferhan Şahîn
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik - Bav: Sûna - Ekrem
Cih û Dîroka Şehadetê: 20'ê Tîrmeha 2017 / Dersim