Li Şemzînanê derbên giran li yekîneyên veşartî hate xistin

Gerîlayên HPG’ê li Çiyayê Govendê ya Şemzînanlê li dijî yekîneyên veşartî çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Şemzînan, Gever û Çelê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan, Gever û Çelekê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hin çalakî li dar xistine.

Di 26’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker saet di 13.00’an de li qada Şehîd Serhed a Govendê ya bi ser Şemzînanê bi yekîneyên veşartî operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me di heman rojê de ev yekîneya veşartî xistiye bin kontrola xwe û di 27’ê Cotmehê saet di 14.00’an de li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê dane û bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Di 27’ê Cotmehê de hêzên me li dijî komek leşkerên ku diçûn Girê Bayê yê Geverê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di heman rojê de saet di 15.30’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Koordîneyê û Qela Merganişê ya Çelê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê daye.

LI GEBARÊ BOMBERDÛMAN

Di 21’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi helîkopter, obus û hawanan qadên Mişarê û Çiyayê Eynê yê Gebarê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de rêhevalê me Azad Çiya gihiştiye şehadetê.

Nasnameye hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Azad Çiya
Nav û Paşnav: Ridvan Erdogan
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Meryem – Mahmût
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 21’ê Cotmeha 2017