Li Şemzînanê 6 tîmên taybet hatin kuştin
Hate ragihandin ku li Şemzînanê şerê di navbera gerîlayên PKK’ê û hêzên Tirk de 6 tîmên taybet hatin kuştin.
Hate ragihandin ku li Şemzînanê şerê di navbera gerîlayên PKK’ê û hêzên Tirk de 6 tîmên taybet hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku ji şêniyên herêmê hatine wergirtin li bejahiya gundê Şapata yê Şemzînanê di navbera gerîlayên HPG’ê û hêzên Tirk de vê êvarê şer çêbû. Hate ragihandin ku di vî şerî de bi kêmanî 6 tîmên taybet hatine kuştin.
Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin, dibe ku hejmara miriyan zêdetir be.
Hate ragihandin ku bi şer re artêşa Tirk avêtiye ser gundê Şapatayê û gelek gundî binçav kiriye.