Li Şemzînan û Çelê derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin

Hêzên gerîla, li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk xistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, li Şemzînanê koordîneyê operasyonê hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên gihîştin ANF'ê, leşkerên Tirk ên 5'ê Tebaxê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê derketin operasyonê, ketin xefika hêzên gerîla ku ji bombeyan hatibû amadekirin. Dema helîkoptera bi tîpa Skorsky hewl dida leşkeran deyne ser girê koordîne, teqînê rû da. Di encamê de zêdeyî 10 leşkerên Tirk hatin kuştin, ku koordîneyê operasyonê jî di nav de hebû.

Piştî ku fermandarê operasyonê hate kuştin, beşek ji hêzên operasyonê xwe vekişandine û hin yekîneyên leşkerî jî li herêmê xwe veşartine.

Wekî din, roja 5'ê Tebaxê li hemberî tabûra Rûbarokê û girê çeteyan çalakiyek hate kirin. Li vê derê jî hawan li gelek çeperan hatin xistin û avahiyeke ku leşker tê de bûn û gelek wesayit şewitîn. Lê belê li ser hejmara leşkerên mirî û birîndar agahiyeke zelal bi dest neket.

ÇELÊ

Hêzên gerîla, îro danê sibehê jî li girê koordîne yê li Çelê çalakî pêk anîn. Li vir jî di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.