Li Îranê tîma Boksê ya Kurd bû yekemîn

Li Rojhilatê Kurdistanê tîma ku ji bajarê Sine tevlî tûrnavaya boksê ya Îranê bûyî, bû yekemîn.

Tîma ku ji bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê tevlî tûrnûvaya boksê ya Îranê ya di 26.10.2017’an de bûyî bû yekemîn.

Tûrnûva bi tevlêbûna 360 boksorî pêk hat, 5 rojan dom kir û bi gelek branşan bû. Di vê pêşbaziya boksê de tîma boksê ya ku ji Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê tevlê bûyî 2 xelatên zêr û 5 xelatên zîv bi dest ve anîn û bû tîma yekemîn.

Piştî tîma ji ciwanên Kurd pêk hatî, tîmên ji Xozestan û Tehranê hatin bûne duyemîn û sêyemîn.