Li Îdirê deng ji nû ve tên jimartin
Li Îdirê ku di hilbijartina xwecihî de HDP bi ser ketibû, li ser îtîraza AKP-MHP’ê wê di 70 sindoqan de deng ji nû ve bên jimartin.
Li Îdirê ku di hilbijartina xwecihî de HDP bi ser ketibû, li ser îtîraza AKP-MHP’ê wê di 70 sindoqan de deng ji nû ve bên jimartin.
Di hilbijartinên xwecihî de li Îdirê HDP’ê bi rêjeya 50,10’î deng girtibûn û şaredarî qezenç kiribû. Tifaka AKP-MHP serî li Desteya Hilbijartinê dabû ku di 70 sindoqan de deng ji nû ve bên hejmartin. Serlêdan hate erêkirin û wê li Îdîrê deng ji nû ve bên hejmartin.
Tê payîn ku hejmartina danê sibê destpê kirî îro biqede û encam bê ragihandin.