Li Êlihê qezaya trafîkê: 2 kes mirin
Li Êlihê di encama qezayeke trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.
Li Êlihê di encama qezayeke trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.
Qeza li ser rêya herêma Guneykentê ya bajarê Êlihê rû da. Di qezayê de ku wesayitek li wesayita ji hember dihat ket, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.
Agirê ku piştî qezayê bi wesayitekê ket, ji aliyê tîmên arkujiyê ve hate vemirandin.
Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.