Li Êlihê hejmara jinên hatin destgîrkirin derket 18’an

Li Êlihê hejmara siyasetmedar û aktîvîstên jin ên di serdegirtina malan de di 31’ê Gulanê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin destgîrkirin, derket 18’an.

Hinceta serdegirtinan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê daye destpêkirin de, bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” hat nişandan. 

Bi giştî ji bo 20 jinên Kurd biryara destgîrkirinê hatiye girtin.

Di 31’ê Gulanê de li navenda bajarê Êlihê û navçeyan di serdegirtina malan de piraniya wan siyasetmedar û aktîvîst 15 jin hatibûn destgîrkirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de li Amedê di 1’ê Hezîranê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacîre Tanirgan û Leyla Bayram û jinek ku navê wê nehat zanîn li Îdirê hatibûn destgîrkirin û biribûn Midûriyeta Polîsan a Êlihê.

Navê hin jinên li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê hatin destgîrkirin wiha ne: “Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezroyê Nazîme Avcî, Hevseroka HDP’ê ya Êlihê ya bere Fatma Ablay, Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Navendî Gurbet Dogan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnur Delî, Zeynep Oduncu, Ruken Zeryam İşik, Şûkran Çelebî, Nuran Altan û hunermenda Kurd Sevda Adirbelî.”