Li Êlihê ciwan bi xurtî tevlî Newrozê bûn
Newroza li Êlihê bi pêşengiya ciwanan hate pêşwazîkirin.
Newroza li Êlihê bi pêşengiya ciwanan hate pêşwazîkirin.
Li Êlihê, bi deh hezaran kes danê sibehê herikîn qada Newrozê ya li ber Yeni Otogarê, ji bo Newrozê pîroz bikin. Qada Newrozê beriya destpêkirina pîrozbahiyê tijî bû.
Tevî hemû zext û astengiyan ciwanan paş ve gav navêtin û bi rengekî girseyî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Li qada Newrozê dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" tê qîrîn.