Li Êlihê 6 ciwan hatin girtin

Ji 8 endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê yên li Êlihê hatin destgîrkirin, 6 kes haitn girtin.

Ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê, li Xaçerêya Basin a Bûlvara Ataturkê ya Êlihê, 28'ê Nîsanê çalakiya 'xeleka ji mirovan' hatin lidarxistin. Polîsên Tirk bi îdîaya ku di dema çalakiyê de rê li trafîkê girtine nîvê şevê avêtin ser malan û 8 HDP'î destgîr kiribûn.

8 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Êlihê bi daxwaza girtinê derxistin pêşberî dadgehê. 6 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin, 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Kesên hatin girtin: Bejnû Mîntaş, Handan Kûrnaz, Dijvar Yuce, Bariş Dalmiş, Rengîn Can û Eda Mîrzaoglû.