Li Êlih û Wanê êrîş birin ser malbatan:38 kes hatin destgîrkirin

Li Êlih û Wanê polîsên Tirk êrîş birin ser malbatên ku dixwestin li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin. Bi kêmanî 38 kes hatin destgîrkirin.

 Malbat û dayikên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê û girtîgehên Wanê daxuyanî bidin, lê polîsan Tirk êrîş anîn 38 kes destgîr kirin.

Malbatên zarokên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsên Tirk destûr nedan malbatan û êrîş birin. Polîsan di dema êrîşê de, Wekîlên Hevserokên HDP’ê yên Êlihê Gulcemal Erdînç, Îkram Îrgî, Rêveberê HDP’ê yê Bajêr Mahîr Beklevîş, Dayika Nasir Yagiz ê li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, Mûazzez Yagiz û xizmên 21 girtiyên navê wan diyar nebûn, destgîr kirin. 

LI WANÊ JÎ 13 KES HATIN DESTGÎRKIRIN
 
Dayikên pêşmalkên nivîsa “Bila tecrîd rabe, Leyla bijî” li xwe kirin, xwestin derbarê rojiya mirinê û grevên birçûbûnê de  li ber girtîgehên Wanê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan dayikên daxuyanî dan jî d inav de 13 kes bi erdê kaş kirin û destgîr kirin.
 
Polîsan 2 welatiyên dîmenên dayikan kişandin jî destgîr kirin.