Li Çiyayê Şengalê Şehîdên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Şehîdên 14'ê Tîrmehê, li Çiyayê Şengalê ji aliyê gerîlayan ve hatin bibîranîn.

Gerîlayên HPG'ê li Çiyayê Şengalê, kadroyên pêşengên PKK'ê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek ku di 14'ê Tîrmeha 1982'an de ji bo rûmeta mirovahiyê, îxanet qebûl nekirin û ketin rojiya mirinê bi berxwedana 76 rojan a dîrokî jiyana xwe ji dest dan, di şexsê wan de hemû şehîdên şoreşê bibîranîn.

'BÛN QELA VEJÎNÊ'

Merasîm ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyekî rêzgirtin destpê kir. Piştre yek ji fermandarê HPG'ê Egîd Kelar axivî û wiha got: "Wek tê zanîn îro 35 sal bi ser berxwedana 14'ê Tîrmehê ya girtîha Amedê re derbas dibe, armanca efsanewî ya berxwedana wê rojê ku dixwestin di zindana Amedê de tevgera PKK'ê tine bikin, têkoşîn û mezinkirina tevgera PKK'ê bû."

Kelar di axaftinên xwe de ev nirxandin kir:

"Girtîgeh cihê ku têkoşîna herî zehmet û di heman demê de herêma ku li dijî PKK'ê pêkanînin herî mezin hatiye kirin. Li rexmê vê jî armanc dawî lê anîna zextan û têkoşîna rûmetê berdewam kirin bû. Wê rojê yên li wir seknekî wiha nîşandan. Sekna ku tevgera PKK'ê heta roja me ya îro aniye û hiştiye ku PKK bê roja me ya îro. Di şexsê heval Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yîlmaz û Alî Çîçek de îro PKK li hemû cîhanê deng vedaye. Felsefeya Rêber Apo ku hişt ew heval li ser lingan bisekinin. Fikrên Rêber Apo yê di destpêkê de ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest ku ji bo azadiya wan derxistî holê çavkaniya berxwedanê bûn. Wê rojê di wan şert û mercan de pêwîst bû ku heta dawî têkoşîn were kirin û rêheval Kemal Pîr ku ji bo vê bedana xwe da ber mirinê. Vê îradeyê hêza xwe ji PKK bûnê digirt û îro ji heman şêweyî berdewam dike."

 ‘BERXWEDANAWAN ÊRŞKENCEKAR ŞIKANDIN’

“Dijmin tevî her cure êşkence ji bo şikandina vîna berxwedêr û rûmeta wan tişta ji destan hate zêdetir kir lê, lê li hember berxwedana wan tê fêda xwe nekir. Êşkencekar anîn, di vê mijarê de ji êşkencekerên taybet ên NATO’yê anîn. Yekî mîna Esat Oktay anî, ji bo berxwedanê bişkînin. Lê berxwedana hevrêyên me, yên kadroyên pêşeng heta dawiyê di nava hemû şert û mercan de domandin. Dijmin hemû rê li wan girtin, lê wan rêya nû ya berxwedanê vekirin. Ew di zanabûna wê çi bê kirin de bûn û ketin nava tevgerê û bedena xwe ji bo jiyanekî azad û wekhev dan ber mirinê.

 ‘HATINA PKK’Ê YA ŞENGALÊ BERDEWAMA 14’Ê TÎRMEHÊ YE’

Ev sekin ji her demê zêdetir pêwîst dike. Hele li Şengalê ev sekin bû bersiva her kesên ku dibêjin bila PKK ji Şengalê derbikeve ye. Çawa ku sala 1982’an li zindana Amedê Kemal Pîr, Mehemt Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek û hevrêyên wan li dijî darbekaran serî netewandin, berxwedanekî dîrokî nîşandan, 3’yê Tebaxa 2014’an jî di fermana pêk hatî de milîtanên Apogerî heman sekin nîşandan û bi ruhê xwe ev gel parastin û têkoşîn kirin. Milîtanên Apogerî bi sekna berxwedêr a li Şengalê pêşxistî civaka Êzidî ji qirkirinekî mezin rizgar kirin. Ji ber vê wê PKK tim li Şengalê bimîne, wê tim di dilê civaka Êzidî de cihê xwe hebe. Ji her demê zêdetir di roja me ya îro de pêwîstiya me bi vê seknê heye.

Piştî axaftinana û şûnde merasîm bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.