Li Çewlikê qada Newrozê li gel teng hat

Li Çewlikê qada Newrozê li gel teng hat. Di pîrozkirinê de gel bi yekdengî got, ''Bijî Serok Apo''.

Li Çewlik navendê bi deh hezaran kes herikî qada Newrozê. Hê sibehê zû gel bi dirûşma, ''Bê Serok Jiyan nabe'' ber bi qadê ve meşiya. Piraniya jinan kinên Kurdî li xwe kiribûn. Her ku çû mirovên li qada Newrozê zêde bûn û govend gerandin.

Wekîlê HDP'ê Nîmetûllah Erdoganmuş li Newrozê axivî, bal kişande ser giringiya dîrokî ya Newrozê û got Newroz di nav çanda Kurdî de xwedî cihekî zehf girîng e.

Erdogmuş diyar kir Kurd wê jiyaneke bêçand ti carî qebûl nakin, ew dixwazin bi azadî ziman û baweriya xwe bijîn û çanda wan jî azad be.

Piştre agirê Newrozê hate pêxistin .Dayika Aştiyê Hakîfe Serînyel û dilxwazên partiyê agirê Newrozê pêxistin. Wê gavê dengê ''Bijî Serok Apo'' bilind bû. Bi hezaran kesî li gel muzîka Nurcan Degîrmencî û Hîvda Gokel govend gerand. Piştî ku qad li gel tend bû, ciwan çûne ser dîwaran û xwe tevî coşa Newrozê kirin.