Li Çewligê 8 kes hatin destgîrkirin

Li Çewligê polîsan avêtin ser malan û 8 kes destgîr kirin.

Li navenda Çewligê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mehmet Zekî Ergul, Erdal Evren, Mehmet Ozdemîr, Ahmet Erdogmuş, Asiye Ulker Kiliç, Asif Yanilmaz, Ozkan Candan û endama Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Hatîce Kavran hatin destgîrkirin.

Sedemê binçavkirinê nehat zanîn. Hat zanîn ku biryara destgîrkirinê derbarê Halîme Aksoy, Emîne Kaya û Hayriye Sari de jî heye û ji ber ew ne li mal bûne nehatine destgîrkirin.